Son Dakika

Prensip ü qayideyen Diriliş Postasıye

Diriliş Postası; di rojname, pêvekên wê, websîte û cihên xwe yen din de li gorî van prensip û qaîdeyan dixebite.

Prensip ü qayideyen Diriliş Postasıye

Diriliş Postası; di rojname, pêvekên wê, websîte û cihên xwe yen din de li gorî van prensip û qaîdeyan dixebite. Hemû xebatkarên Diriliş Postasıyê û alîkarên me van esasan qebûl dikin û sozê didin ku ew ê li gorî van rêzikan bişixulin. Heger xebatkar PRENSÎP Û QAYÎDEYÊN DİRİLİŞ POSTASIYÊ

an jî piştgirên me, cara yekem şaşiyekê bikin, dibe ku ew tiştekî bêhemdî be. Lê heger eynî şaşiyê dîsa bikin, ew dibe tiştekî bi zanayî û qesdî. Heger “qesd”eke wisa bikin, ew ê ji qezeteya me werin dûrxistin. Ev mesele, tevî sedemê dê were îlankirin.

1- Diriliş Postası li gorî qanûnan tevdigere. Lê bi ya me, qanûn nikarin rastî û şaşiyê, xirabî û başiyê, heqî û neheqiyê bi temamî ji hev derkin. Bê îstîsna, îxtimal heye ku hemû qanûn şaş bin. Nola hemû tiştên ku însanan yazî kirine, di qanûnan de jî şaşî hene û qanûn li gorî rewşê diguherin. Diriliş Postası, qanûn di serî de, hemû tiştên ku mirovan çêkirine û li gorî hal û demê diguherin, bi vê ferasete qebûl dike. Li gorî Diriliş Postasıyê esas, Îslam e.

2- Şîrketên ku reklaman didin, fîrmayên ku reklamên wan hazir dikin, dewlet û weqfên ku sponsor in bi “pere”yên xwe tesîrê li medyayê dikin. Ev tişt, “tîcaret” e. Vê sîstemê Piştî Mîladê di sala 200î de li Çînê dest pê kir. 1800 sal e ev pergala menfeatê dewam dike. Sûc, sûcê hemû însanan e.

3- Diriliş Postası tiştên heram li ber çavê millet şîrîn nake, heramiyê mîna tiştekî normal nîşan nade, wekî tiştên asayî behsa wan nake, xeber û reklamên ku heramî pê zêde bibe dernaxe. Heger miraz ne normalîzekirin be jî tu nivîs û şîroveyên wiha di Diriliş Postasıyê de dernakevin.

4- Heger Diriliş Postası li ser merivekî\merivekê xeberekê çêke, ew xeber bi tenê li ser şexsê wî\wê ye. Diriliş Postası li ser malbatên wan kesan û merivên meşhûr tu xeber, şîrove û analîzan çênake. Heger eleqeya wan bi xeberê re tunebe, li ser malbatan qet tu tiştî nanivîse.

5- Heger ajansên nûçeyan xeberekê çêkin, meriv nikare bêje ev xeber îlla rast e. Loma jî Diriliş Postası li ber xwe dide ku bi riyeke din hîn bibe ka mesele çawa ye. Heger bi xwe xebereke şaş biweşîne, gava kesê\n li hember îtiraz bikin an jî biderewînin, heqê wan heye.

6- Diriliş Postası gava xeberekê çêdike, bala xwe didê ku xêra millet tê de hebe. Bona vê jî xeberên xwe li gorî van pirsan hazir dike.

Millet wê çi xêrê ji vê xeberê bibîne?

Xeber qala çi dike?

Fikra di vê xeberê de çi ye?

Barê vê xeberê li ser kê ye?

Diriliş Postası heger dil bike, bersivên van pirsan jî li cem xeberê dinivîse. Heger nexwaze, di arşîvê de dihêle.

7- Diriliş Postası gava xeberên li ser sûc çêdike nabêje bersûc\gumanbar\mehkûm\sûcdar xelkê kîjan bajarî ye, dîn û mezheba wî çi ye. Nahêle tiştên wiha şexsî, di qismên şîrove, fikr yan jî di quncikên wê de werin gotin. Heta ku mehkeme ji kesekî re nebêje sûcdar e, Diriliş Postası vî navî li tu kesî nake.

8- Diriliş Postası xeberên xwe li gorî texmînan hazir nake. Nahêle ku koşenivîs, şîrovekar û mêvanên wê texmînên xwe mîna rastiyan binivîsin.

9- Diriliş Postası heyata ku lûks, îsraf û emperyalizm li me ferz dike, naxwaze. Li gorî Diriliş Postasıyê polîtîkayên “Bikire-jê aciz be-bavêje”, “Modaya nû hat, tiştê kevin bû xelat” yan jî “Tiştê berê bavêje, here yeke nû bikire” sedemên neheqî û herbê ne. Diriliş Postası van qebûl nake.

10- Diriliş Postası reklama faîzê û tiştên bi faîzê re eleqedar nake. Xeber, analîz û fikrên ku faîzê meşrû dikin, wek tiştekî normal nîşan didin an jî mîna hewcedariyekê bi nav dikin dernaxe. Diriliş Postası ji bo ku faîz zêde ye wisa nake; ew li hemberî hemû miqdar û cisnên faîzê radibe.

11- Heger îlan an jî reklamek hebe, Diriliş Postası wê bi zelalî derdixe. Rojnameya Diriliş Postası reklamên veşartî nake.

12- Diriliş Postası kirrîn û firotina heywanên ku di nava malê de tên xwedîkirin, qebûl nake. Xeber, analîz û reklamên firotina heywanên wisa dernaxe.

13- Di qezeteya Diriliş Postasıyê de qala dermanên fennî nayê kirin, reklam û nasandina wan dernayên. Ji dixtoran û kesên ehil pê ve gotin, şîret û fikrên kesî yên li ser sihhetê nayên weşandin.

14- Diriliş Postası qebûl nake ku ji bo tiştek were firotin; jin, wek xemlekê werin nîşandan, bejna jinan bibe parçeyekî tîcaretê. Loma jî xeber, analîz û reklamên ku jinan ji xwe re dikin materyalên firotinê, dernaxe.

15- Li gorî Diriliş Postasıyê, pêşbaziyên delaliyê bazarên koleyan ên modern in. Em qebûl nakin ku jinan li ser podyumê bimeşînin û li gorî beden, por û delaliya wan puanan pêdin. Diriliş Postası qebûl nake ku jinan li kêleka hev rêz bikin û bi vî awayî heqaretê li wan bikin; yan jî mîna fiyetê, xelatan bidin wan. Li gorî me ev hovitiyeke civakî ye, wehşet e.

16- Diriliş Postası heger ku ne li gorî tesettûre bin, fotografên jin û meran dernaxe.

17- Diriliş Postası reklamên ku bi pitik û heywanan hatine çêkirin naweşîne. Lewre heywan, pitik û însanên ku aqlê wan ne di cih de ne; gava hin kes wan bidin xebitandin, nikarin îtiraz bikin. Loma jî em dibêjin ev reklam, îstismarkirina wan e.

18- Diriliş Postası gotina “şans”ê tu car û tu car qebûl nake. Qet reklam, danasîn, daxuyanî, xeber, analîz û şîroveyên li ser tiştê ku qaşo bi şansê hatiye qezenckirin dernaxîne. Qe dixwaze bila dewletê organize kiribe; dîsa jî nûçe û reklamên xumar û tiştên wisa çênake. Navên organîzasyonên xumarê, heger ku ji sporê re bûne sponsor jî nanivîse.

19- Diriliş Postası hemû cureyên zina û fuhuşê, bi awayekî qetî red dike. Xeber, şîrove, analîz, fikr û fotografên ku zina û fuhuşê bi millet şîrîn bikin, fenanî tiştekî normal ray bidin, rê li ber vekin dernaxe.

20- Di Diriliş Postasıyê de ji bo zayend, sal, şekil, kêmasiyên bedenî, halê civakî, kinc, ziman û dîn lome li tu kesî nayên kirin, gazinc ji kesî nabin, gotinên wek heqaret nayên weşandin.

21- Di Diriliş Postasıyê de tu kes, sazî û fikir nayên rexnekirin û reşkirin. Heqaret li kesî nabe. Gotinên ku bêhna qerf û tinazan jê werin di vê qezeteyê de dernakevin.

22- Diriliş Postası piştî tofan û afatan, êrîşên terorî, êrîşên şexsî, herb, qeza û lecan fotografên sansasyonel dernaxe, xeberên wisa çênake. Diriliş Postası zane, heger di meseleyên terorî de resmên ku millet jê bitirse derxîne, wê gavê ew yek dê terorê zêde bike. Loma fotografên bûyerên terorî nade.

23- Diriliş Postası qewmperestiyê û milletperestiya ku ji wê derketiye bi tu awayan qebûl nake. Em dibêjin nijadperestê ewil Şeytan e, wî gotiye ez ji merivan mezintir im. Em dibêjin heger însanan ji bo tiştekî qet micadele nekeribin, nabe ku bi wî tiştî serbilind bin an jî ji ber wî tiştî fedî bikin. Em li hemberî hemû şeklên faşîzmê micadele dikin.

24- Diriliş Postası zane ku alkol û vexwarina alkolê bela ye, civatê pûç dike. Di xeberên xwe de rê nade ku însan; alkol, tiryak û tiştên ku meriv mecbûrî xwe dikin meraq bikin. Diriliş Postası zane ku heger li ser araqê û tesîrên wê xeberê çêke, ew ê bibe reklama alkolê ya veşartî. Loma jî xeberên alkolê çênake.

25- Li gorî fikra Diriliş Postasıyê heqê hemû mexluqatên Xwedê heye ku li vê dinyayê bijîn. Hemû daxwazên endustriyel ên merivan, bi qasî darekê jî ne bi qîmet in. Lê Diriliş Postası qebûl nake ku parastina tebîetê bibe darê destê emperyalîzmê; “Borseya Karbonê” vê meseleyê bike mehne û xeracê bistîne. Diriliş Postası zane ku tenikbûna ozonê, germbûna dinyayê, helîna qeşaya li qutban, kêmbûna hin cisnên giya û heywanan taluke ne.  Lê zane ku hin şîrket bi van gotinan merivan ditirsînin û tehdeyê li însanan dikin. Ev jî teroreke organize û mezin e.

26- Diriliş Postası ji çêkirina bombeyên nukleer ne razî ye. Israîl, Emerîka, Rusya, Çîn, Îngilistan, Fransa û hin dewletên din dibêjin bes em dikarin çekên kîmyewî saz bikin. Diriliş Postası vê gotina wan jî qebûl nake.

27- Diriliş Postası dibêje heger welatek, bihêle ku dewleteke din li ser axa wê ji xwe re cihên eskerî çêke, ango bibe manda, ew ê bibe “eskerê dewletên mezin”. Hikûmetên ku qebûl bikin dewleteke xerîb were li ser axa wan cihê xwe çêke, milletê xwe jî bi pereyan dike eskerê wê dewletê. Loma jî Diriliş Postası dixwaze hemû cihên NATOyê, hemû eskergehên Emerîkayê yên li Tirkiyê werin girtin. Bi ya me, hemû leşkergehên NATOyê, ji bo îşgalkirinê tên avakirin.

28- Diriliş Postası zane ku şervanên robot, pergala sanayiya robotan a azad, muxabîrên robot, dixtorên robot bi sîstema mêjiyê çêkirî dixebitin. Sîstemên wisa, dîktatoriya dewletan li ser însanan xurt dikin. Loma jî meriv nikarin li ber xwe bidin. Ev jî ji bona însaniyetê talukeyeke mezin e.

29- Papa, ayetullah û gotinên wiha, hin merivan fenanî temsîlkarê Xwedê, mîna însanên bê guneh û bê xeta nîşan didin. Li gorî Diriliş Postasıyê ev unvanên ezoterîk, dibin sedema dîktatoriya dînî. Însan helbet xetayan dikin. Hemû fikrên ku bi darê zorê tiştekî wiha şaş li merivan ferz bikin, dîktatorî ne.

30- Sûcên herbê, sûcên ku li ser însanan tên kirin û milletkûjî, bi tenê ne ji bo Yahûdî û Ewropayiyan; wexta ku ji însanên din re werin kirin jî, sûc in. Dibe ku Ewropayî şerê hevdu nekin; lê meriv nikare bêje li her derê dinyayê şer qediyaye. Dibe ku li Ewropayê xela tune be; lê meriv nikare bêje li tu derên dinya xela tune.

31- Rojnameya Diriliş Postasıyê ne di sayfeyên xwe de, ne di web sîteya xwe de û ne jî di rûpelên xwe yên din de sernavên derewîn, sexte û ne têkîldarî xeberê yazî nake. Ji bo meraqa însanan zêde bibe fotografên ne eleqedar dernaxe yan jî aliyekî fotografan venaşêrê. Navên xeberên Diriliş Postasıyê, bi meseleyê re eleqedar in.

32- Di Diriliş Postasıyê de xeberên şiddet, çavsorî û sûcên din, bi awayekî ku meraqa însanan li ser zêde bibe dernayên. Rojnameya me pesna wan kirinan nade, zilmê wekî tiştekî normal nake xeber, şîrove û analîza xwe.

33- Heger hin kesan tehde li zarokan kiribin an jî zarokan sûcek kiribe, di Diriliş Postasıyê de navên zarokên sûcdar jî, edresên mexdûran jî nayên nivîsandin. Nabe ku em resmên wan bidin, navên malbatên wan bi herfekê be jî diyar bikin.

34- Diriliş Postası di xeber, şîrove, analîz û maqaleyên xwe de gotinên ku emperyalizm li me ferz dike yan jî peyvên ku ji ber sersariyê ketine nav ziman yazî nake. Ji mezlûman re nabêje “Penaber”, “Mişext”, “Koçberên Qaçax”. Ji van peyvan şerm dike û ji dêvla van dibêje “Mihacir”.

Mînakên meseleyên salên 2011-2017an 

a) Ajansên xeberan ji qehremanên Sûriyeyî re dibêjin “Muxalif”. Ew ne muxalif in; şoreşger in.

b) Muhammed Mursî “Serokkomarê Misirê yê Ketî”, “Serokkomarê Misirê yê Berê” nîn e; ew “Yekem Serokkomarê Misirê yê Hilbijartî” ye. Navê Muhammed Mursî li gorî Îngilîzî wek Mohammed Morsi nayê nivîsandin. Em bi Tirkî dinivîsin; Muhammed Mursi.

c) Sîsî ne “Serokkomarê Misirê” ye; ew “Serokê Cuntayê General Sîsî” yan jî “Fermandarê Derbekar Sîsî” ye.

d) “Sûriyeya Bakur” nabe; “Bakurê Sûriyê” ye ew.

e) PYD, PKK yan jî qatilên din ên sê herfî ne temsîlkarên Kurdan in; terorîst in.

g) Yahudî navê milletekî; Musewîtî navê dînekî ye. Israîl çeteyeke terorê ya îşgalkar e. Gava em xeberê li ser wan çêdikin, em nabêjin Yahûdî yan Mûsewî; em dibêjin “Siyonîst”.

h) Gazze, Quds, Şerîaya Rojava ne dewletên serbixwe; bajar û herêmên Filistînê ne.

i) Em ji Tirkistana Rojhilat re nabêjin Sincan. Ew nav, xin jiang (Sîn can) yanî welatê azadkirî/welatê nû ye. Çîniyan ew nav lê kiriye.

j) Em ji rêvebirên rêxistinên terorî re nabêjin “qaşo”. Serokatiya rêxistinên terorî ne tiştekî xêrê ye. Kelîmeya “qaşo” di vê meseleyê de ne minasib e. Ew mîna “qaşo dayik, qaşo miellim, qaşo mela” ne tiştekî hêsan e. Gava ew terorîst tên girtin, ji ber wê nasnava “qaşo” tên darizandin. Em ji hemû rêvebirên hemû rêxistinên terorî re dibêjin serkêş. 

35- Li gorî fikra Diriliş Postasıyê pêşketin û pêşveçûn bi şeklekî komî dibe. Huner bê ekonomî, îlm bê huner, dewlet bê îlm, siyaset bê dewlet bi ser nakeve û pêş ve naçe. Lazim e dayik û kewaniyeke malan jî bi qasî her kesî bi parastina welat, siyaset û medyayê re eleqedarb e. Wezîfeya wê jî bi qasî ya her kesî ye. Civat bi hev re xurt dibe. Li gorî fikra Diriliş Postasıyê, hafizaya civatê ji bo pêşveçûna millet xebata herî mezin e. Loma jî ji her tiştî muhîmtir e.

36- Li gorî fikra Diriliş Postasıyê, di paşiya wan de “îzm” hebe yan tunebe ferq nake; hemû îdeolojî nexweşiyên aqil in. Ew gişt mîna hev in. Loma jî bi îdeolojiyan re eleqedar nabe û wan qebûl nake.

37- Diriliş Postası dibêje “Rojhilat jî ya Xwedê ye Rojava jî…” Ji bona vê jî sînorên ku emperyalîstan danîne, wekî şopên şeytanî qebûl dike. Hewce ye li hemberî wê fitneyê micadele çêbe.

38- Li gorî Diriliş Postasıyê Umeta Mihemed di siyaset, ekonomî, çand, eskeriye û meseleyên civakî de yek e. Em wisa qebûl dikin û ji bo wisa bibe jî dixebitin.

39- Wezîfeya hemû xebatkarên Rojnameya Diriliş Postasıyê ye ku kontrol bikin ka rojname li gorî van qaîdeyan dinivîse yan na. Li gorî van prensîban heqê wan heye ku xwîner, Rojnameyê kontrol, hişyar û rexne bikin. Heger xeber, şîrove yan jî reklameke ne li gorî van esasan derkeve, tevî ku ew mesele wan rasterast eleqeder neke jî xwîner dikarin de’wa lêborîn û verastkirinê bikin. Em qebûl dikin ku ev yek heqê wan e.

Yorumlar

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için çerez politikamızı inceleyebilirsiniz.